Peyama hevxemiyê a Rêkxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê derheqî bûyera Sine

21:10 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Rêkxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê di peyamekê de hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyên bûyera utumbêlan a Sine nîşan da.

Di peyama RMMK\'ê de hatiye: “Li gor hin zanyariyên ku hîn nehatine piştrastkirin, saziyên çapemeniyê ên serbixwe didin xuyakirin ku Tankerê petrol bi şêweyekî qaçax ji Kerkûka dagirkirî a Başûrê Kurdistanê dibir Îranê û bazirgan û talankerên dewletî û navçeyî, vî karî dikin”.

Daxuyanî ku ji bo “Kurdpa”yê hatiye şandin, wiha ye;

Ragihandina şîna giştî û sersaxî li xelkê Kurdistanê


Şeva Çarşemiyê 20’ê Pûşpera 1397’an a Rojî (11’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî) hin kesên sivîl ji Sine diçûn Tehranê ku li utûbana Mewlewî a Sine rastî bûyereke nexweş hatin. Di vê bûyera xembar de dehan kesan di encama teqîna tankera petrolê û utubûsê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gor hin zanyariyên ku hêşta jî nehatine piştrastkirin, saziyên çapemeniyê ên serbixwe didin xuyakirin ku Tankerê petrolê bi şêweyekî qaçax ji Kerkûka dagirkirî a Başûrê Kurdistanê ve neft dibire Îranê, û bazirgan û talankerên dewletî û navçeyî, vî karî dikin.

Rêkxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê xembariya xwe ji vê bûyera xemgîn tîne ziman, û tevî sersaxî li malbatên qurbaniyan û hêviya başbûna birîndaran, sersaxiyê dide xelkê bajarê Sine, û şîna giştî jî li Kurdistanê radigihîne.

Rêkxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê

20’ê Pûşpera 1397’an a Rojî

11’ê 2018’an a Zayînî