Peyama Behmen Qubadî jibo Xwendekarên Xwendingeha gundê Şînawê

13:58 - 13 Kanûna pêşîn 2012
Ajnasa Kurdpa: Piştî şewitîna 37 keçên Xwendekarên û can ji destdana yek ji wan,Behemn Qubadî peyamekî hevxemî yê bilav kir.

Derhênerê navdar ê Kurd yê Kurdistana Îranê Bahman Qubadî,piştî bûyera agir berbûna xweningeha gundê Şînawê, peyemeke hevxemî yê bilav kir.

Deqa Peyamê ku bi destê Kurdpa,ê’ gehîştiya ku li jêr tê:
Ez baş we nas dikim. Li çaxê ku ez mijûlê film girtinê bûm, hûn her tim li gel min bûn. Min hêza xwe ji we verdigirt.
perîşaniya seba xwarinekê, kincan, xwendingehên dûr, şeqamên xirabûyî û jîyana bi zehmet û bêpar ji hemû rihetiyên jîyanê, hertim di gel min de bûne.
di wan kolanên ku hespan jî li ber sirê bi neçarî sexweş dibûn, we çend kilomêtr rê derbaz dikir ku biçin xwendingeha tenişt gundê xwe. li welatê xwede min ev zehmetî pir caran ditine. Hin caran li dûrahiyan de, hûn tenê xalên reş di nava befrê de bûn ku di bizivîn û çaxê ku nêz dibûn, cemedê bi hemû cihên ve xwe şûr kiribo. We silavek dikir û paşê jî di reviyan û bi vê hêviyê ku ciheke gerim li nêzîk sobeyên kelasên xwe peyda bikin û hin germî li cesteyê ve yê cemde girtî bide.

we nedizanî kû ew sobeya ku hûn destên xwe yên kiçke li dûra vê dikin bazine, dê cesteyê ve bişewitîne û cane vê bistine.

li zilma han, di laşê min de agir radibe. rondikên min têne xwarê, lê dengê min der nahê, bi awayekê kû gewriya min şewitiye.

Li rêya dûr cesteyên we maç dikim. Nizanim çi çaxekê, lê dizanim kû rojek dê bihê kû ew perê ku jibo gerim kirina ve bihatiba bi kar anin edî naçe berîka saxteçî û direwkeran kû cîhan ji destê wan eciz bûye. Ew kes dibe şermê bikin ku hûn di agirê xwe de şewitandin û daxwaza lêborîna wan jî xwe siwik kirinekî bêşermaneye.