Nexede; Berdewamiya binçavkirina bereday û Bê Çarenivîsiya Alan Hikmetî Rad, mamosteyê zimanê Îngilîzî

20:12 - 2 Gulan 2026

11ê Banemera 1405an a Rojî; Alan Hikmetî Rad, mamosteyê zimanê Îngilîzî yê xelkê Mehabadê, di 18ê Xakelêweya 1405an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bi destûra binçavkirina demkî li Girtîgeha Nexede bê çarenivîs tê ragirtin.

Li gorî çavkaniyek agahdar, ev mamosteyê zimanê Îngilîzî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî belgeya dadgehê li yek ji kolanên Mehabadê hatiye binçavkirin. Van hêzan her wiha hin tiştên şexsî yên malbata Hikmetî Rad, di nav de laptop, hard dîska wan û pirtûkên wan dest bi ser de girtina û birin e.

Çavkaniya agahdar zêde kir: Piştî binçavkirinê, ev welatiyê kurd ji bo cihekî nediyar veguhestin e û di rojên dawî de, malbata wî agadar bûn ku kurê wan ji bo Girtîgeha Nexedê hatiye veguhastin.

Alan Hikmetî Rad xwediyê bawernameya masterê di ziman û wêjeya Îngilîzî de ye.

Heta dema weşandina vê nûçeyê, sebebên binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd nayên zanîn. Her wiha mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbata wî re hatiye qedexekirin.