Pevçûna hêzên leşkerî ên Îranê ligel kasibkaran li Rebetê

15:19 - 3 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Li Rebeta ser bi Serdeşta rojhilatê Kurdisnê navbera hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê û kasibkaran pevçûn pêkhat û leşkeran hewil da dest bi ser kel û pelên kasibkaran de bigrin.

Li gor raporta ajansa nûçegianiya Kurdpa, roja duşemî 2’ê gulan (february)a 2015’an, hejmarek kasibkar ên Kurd li quntara çiyayê “Zemzîran” ligel hêzên hikûmeta Îranê pevçûn û leşkeran gefa gulle reşandinê li kasibkaran xwerin.

Çavkaniyeke agah li ser vê pirsê peyamnêrê Kurdpa re got: Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê di vê pevçûnê de nikarîn kelûpel û kalayên kasibkaran dest bi ser de bigrin.

Pevçûna leşkeran ligel kasibkaran di demekê de ye ku beriya niha bi çend rojan, kasibkarek bi navê Sîrwan Berzencî (25) salî ji aliyê hêzên ser bi Sipaha Pasdaran ve li Rebetê hatibû qetil kirin.

Bi sedema bêkarî û nebûna tu rêbazên debara jiyanê li rojhilatê Kurdistanê, hemwelatî bi neçarî rû bi kasibkariyê dikin, lê hêzên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê şûna peyda kirina rêçareyekî, bi ser navê qaçaxçî salane bi dehan kes ji kasibkaran dikuje û birîndar dike.