Pevçûn Navbera Xelk Û Hêzên Întizamî Li Nexede Çê Bû

12:55 - 15 Kanûna pêşîn 2011

Kurdpa: Hêzên întizamî bi armanca komkirina setelaytan êrîş kirin bo ser çend gundên devera Sindûsa Nexede û li encam de ligel helwesta tund a xelkê berbirû bûn.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Nexede, piştî ku hêzên întizamî bi armanca komkirina setelaytan diçin gundên Heleb û Kûykana bajarê Nexedê, ku li encam de ligel helwesta tund a xelkê berbirû bûn û pevçûn navbera wan de pêk hat.

Piştî pevçûnê hêzên Îraê ji gund derketin û nekarîn setelaytan kom bikin.

Ev pevçûn tu zirarek canî tune bû.