Pevçûn Kete Navbera Hêzên Întizamî Û Kasibkarên Newsûdê

13:21 - 6 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Li çend rojên derbazbûyî de li navbera hêzên întizamî û kasibkarên beşa Newsûdê şer û pevçûn çêbû û hêzên întizamî pêşî ji kasibiya kasibkarên deverê girtiye.


Li gor nûçeya nûçegihanê Ajanasa Kurdpa li Newsûdê, nêzîk bi mehekê ye ku hêzên întizamî ên Îranê li sînorê Newsûdê astengî pirsgirêk ji kar û kasibiya kasibkarên deverê re pêkanîne.

Hêzên întizamî yên Îranê li cihekê bi navê Gakuje êrîş kirine ser kasibkarên gundên Teşar û Neysane ên ser bi vî bajarî û li encam de şer û pevçûn li navbera wan de pêk hatiye.

Piştî vê pevçûnê çend welatiyek bi navên Layeq Suhrabî, Kamil Şerîfî û Mudrîk Fethî ên gundên navhatî bo dadgeha şoreş ya bajarê Pawê hatin gazîkirin.

Yek ji wan welaiyan bi navê Kamil Şerîfî, çavek û destek wî seqet e.