PÊŞWAZIYEK BÊ MÎNAK JI HELBESTÊN ÎLAMÎ

16:04 - 29 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Nerm Amêra Helbestên Helbestvanên Îlamî, piştî ku ji aliyê “Hana” ve bi berhem hat, di gel pêşwaziyek bê mînak ê xelkê herêmê ber bi rû bû.

Li gor Kurdpa, Nerme Amêra ji Nivîskarên Îlamê ve piştî ku li Du Parêzgehên Îlam, Kirmaşan û hin beşên Parêzgeha Luristanê hate belavkirin, îdî bi dest nakeve û renge car din bê weşandin.

Piştî gelek deman çavnihêriya xelkê ji bo weşandina wê berhemê, li roja Çarşembê 24’ê Gulanê ji aliyê “Hana” ve bi navê “Hana” hate belavkirin ku ji berhemên Helbestvan û Nivîskarên Îlamê ye.

Weşandina wê Berhemê di destpêkê de tewlî gelek astengan berbirû bû lê bi hevkariya “Mihemed Elî Qasimî” hate weşandin.

Ev hewla Hozeya Huneriya Îlamê di demekê de bû ku Idareya Irşad, tewlî weşandina wê berhemê dijîtî dikir.

Li salên bihorî de gelek ji helbestvan û Nivîskarên Îlamê xebata Çandî û Wêjeyî meşandine ku her car tevî karê wan dijîtiya berpirsên Dewletî derketiye holê.

Mînaka dawî ji wê çendê, nedana izna weşandina Dîwana Helbestên “Welî mIhemed Umîdî” ye.