Pêşwaziya PDKÎ ji helwêsta Amerîkayê ya di Şêvra Ewlehiyê de

20:53 - 21 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, derheq helwêsta Amerîkayê ya di civîna Şêvra Ewlehiyê de, derheq şermezarkirina bombebarankirna binike û baregehên vê partiyê pêşwazî jê kir.

Kerîm Perwîzî, endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ di gotûbêjeke kurt digel Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa”yê, de, tevî pêşwazîkirin ji helwêsta Amerîkayê ya li Şêvra Ewlehiyê ya derheq şermezarkirina bombebarana binke û baregehên vê partiyê de got:”Partiya Demokrat ji helwêsta dewlet û navendên navneteweyî derheq bi terorîst naskirina hikûmeta Îslamî a Îranê em pêşwazî ji van dikin lê em li ser vê baweriyê ne, ku ev helwêstane dibe micid bin”.

\"\"Kerîm Perwîzî, endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ
Vî endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ îlankir ku: “Helwêstên micid yên welatên cîhanî dibe bi piraktîk bin ji bo birîna destê terorîst yê komara Îslamî a Îranê, û piştevanîkirin ji xelkê Îranê lihemberî dîktatoriya Apartheid a Îslamî de”.

Perwîzî li ser vê baweriyê ye ku, çavkaniya terorîzim û afirandina aloziyan di Rojhilata Navîn de hikûmeta Îranê ye, û dibêje: “Heya ev rejîma neherife, teror û cînosaît jî dawî pê nayê”.

Roja Pêncşemî 29`ê Xermananê (20`ê Îlonê) “Nikki Haley” nûnera Amerîkayê ya li saziya NY de, di dema axavtina xwe ya li Civata Ewlehiyê de, ev kiryara destêverdanên Îranê di karûbarên welatên deverê de da xuyakirin û tevî şermezarkirina bombebarana binke û baregehên PDKÎ ji aliyê Îranê ve, ev kiryara hikûmeta Îranê jî, “binpêkirina yasayên navneteweyî” da zanîn.

“Nikki Haley”, mûşekbarana binke û baregehên Partiya Demokrat “destêverdanên eşkere yên hikûmeta Îranê di karûbarên welatên deverê de” da naskirin.