PÊŞWAZIYA BERÇAV JI PERTÛKA “KILASÎKÊN KURDΔ

15:59 - 7 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Piştî ku Pertûka bi navê “Kilasîkên Kurdî” li Kurdistana Turkiye hate weşandin, hat zanîn ku ev Pertûk digel pêşwazya berçav a xelkê berbirû bûye.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, Pertûka “Kilasîkên Kurdî” ketiye hember firoşek berçav û daxwazên xelkê ji bo wê Pertûkê gelek in û tê payîn ew Pertûk digel çapa Duyemîn a xwe berbirû bibe.

Pertûka han di weşana xwe a Yekemîn de ji aliyê Nûbehar ve li heyva Gulana Îsal de hatiye çapkirin.

Ew Pertûk derbarê gelek ji Kilasîkên Kurdî weke “Meleyê Cizîrî, Seyîd Elî Findikî û Ehmedê xanî” û her wisa parek ji Dubeytiyên Babatahir Uryan de hatiye nivîsandin.

Pertûka “Kilasîkên Kurdî”, li Kurdistan û welatên Ewrûpayî jî bi pêşwaziyek germ berbirû bûye û renge bi wan zûyane biryara çapa Duyemîn ji wê Pertêkê re bê dayîn.