Pêşniyara Ocelan jibo çareseriya Pirsa Kurdan çiye?

15:13 - 27 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Ocalan 3 name şandine. Yek ji BDPê, yek ji Qandîl û yek jî ji hela Avrûpayê re şand.

Li gor televizyona NTV ya Turkiyê, nameya ku jibo BDPê re hatiye şandin, bas ji pêvajoya aştiyê di  3’ê qonaxan dike û ji 20 rûpelan pêk tê.
Di nameya jibo BDP,ê Ocelan pirani li ser dîroka pirsgirêka Kurdan sekiniye .

Ocelan ji hikimetê dixwaze ku bila Şert û mercên Rêwebiriya Herêmî ya Evrupayê qebul biken û di yasayabingehîn ya nû de jî, divê welatî bûn ji nû ve bê şîrovekirin.

Li gor pêşniyara Ocelan a ku di nameye de cîh digre, gava ewil dê PKK bavêje û dê hêzên xwe bikşine  herêma Kurdistanê. Ji bo vê jî PKK dê heya meha Hezîranê bîryara bê çalakiyê eşkere bike.

Di qonaxa duyem de jî, ji bo ku pêvajo bi aramî bidome dê li meclîsê komîsyonek bê avakirin. Tê çaverêkirin ku navê vê komîsyonê jî de bibe “Komîsyona Lêkolîna Rastiyan”
Komîsyona han dê yasayên ku divê bên quhurandin tespit bike û wana binêrxine. Ji xêncî vê komîsyona meclîsê, sazîyên sivîl jî dê bi gelên rojava û rojhilatê re bê ba hev û fikir û ramenên xwe ji meclîsêre peşkeş bike.
Qanaxa sêyem jî heyama asayî ye ku dê rewşa penaberên li mexmûrê dijîn bê nirxandin û PKK yên ku nekitine pevçûna û tu tişt nekirine dê wegerin malên xwe.

Ocelan derbarê hevditînan de ji heyata 2.mîn ya BDPrê gotubû ev 5 mehe em van hevditînan dikin.

Ocalan ji parlamenterên BDP re wiha gotubu: “Di pêvajoya ku rojhilata navîn ji nû ve tê avakirin de , Turkîye di   nava lêgerîna rêyekî de ye. Turkiye nikare pirsgirêka Kurd di demek dirêj de li ser pişta xwe bike bar. Divê di pirsgirêka kurd de gavên berçav bavêje. di vê pêvajoyê de îhtîmal heye ku Turkiye gavek dîrokî bavêje. Ji ber vê yeke jî  ez bi wezîfe û berpirsîyarî ya xwe  dixwazim hin xebatan bikim û  firsendê bidim pêvajoyê.”

Ocalan bal kişand ser egera çêbûna provakasyonên weke li Parîsê û wiha pêde çû:  “Ez dizanim ku  wexta ku ev pêvajo bê meşandin, dê  hin hêzên wekî Ergenekon û alîgirên hezên qirêj ji bo astengiyê dê tevbigerin. Dewlet di çarêseriyê de di nava lêgerînê de ye.  Lê divê hun bizanibin ku   dewleta kûr jî  nasekine û li ser astengan dixebite.”