Pêşnimêjê mizgevta “Demame” a Banê liser kar hate derxistin

20:22 - 6 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Mamostayekî olî yê bajarê Bane bi sedema berdewambûna li ser birêvebirina nimêja Înê, ji aliyê Dadegeha Şêwra Rûhaniyet a Hemedanê ve, li ser kar hate derxistin.

Li gorî nûçeya giheştîye “Ajansa Kurdpa” yê, roja Şemiyê 3’ê Adara 2017’an, mamostayekî olî yê “Kurd” yê bi navê “Selah Şerîfî”, pêşnimêjê mizgevta “Demame” yê bajarê Banê, ji aliyê Dadegeha Şêwra Rûhaniyet li bajarê Hemedanê, liser kar hate derxistin.

Çavkanyekî agadar di vê derheqê de ji “Ajansa Kurdpa”yê re eşkere kir ku; “Dadegeha Şêwra Rûhaniyet ji Selah Şerîfî re gotin ku, eger li ser pêşnimêjiya xwe berdewam be, wê bikeve ber lêkolîn û lêlpirsînê û ceza jê re bê diyarîkirin.”

Rayedarên hikûmetî li bajrê Bane û Hemedanê ragehandine ku, li bajarê Banê tenê gerek li mizgevta Înê ya bajar, nimêja Înê birêve her.

Givaşa ser wî mamostayî ji aliyê îdareya Îtla’at û Sipaha Pasdaran ve bûye, û wan du nawendan daxwaz ji Dadegeha Şêwra Rûhaniyetê kirine ku, rê nehê dayîn ku Selah Şerîfî li tu mizgevtek bajar de pêşnimêjiyê bike.

Berê jî dadgeha taybet a Rûhaniyetê li bajarê Tewrêzê, mamostayekî olî yê Kurd bi navê “Mela Riza Ebdî”, piştî gazîkirina bo dadgeha Rûhaniyetê, bi 6 mehan girtîgeh û herweha 2 sal dûrxistina ji bajarê Urmiyê, ceza kir.

Dadegeha Şêwra Rûhaniyetê li jêr çavdêriya rasterast a Elî Xamineyî yê rêberê Komara Îslamî ya Îranê de ye, û berpirsê cezakirina wan mamostayane ku hikûmeta Îslamî ya Îranê rexne dikin.