Pêşangeheke peykeran a Hunermendekî Kurd li ser komkujıya Kurdan

13:16 - 19 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Hadî Ziyaedînî bi munasibeta komkujiyên dij bi Kurdan, nemaze komkujiya kîmyayîkirina helpçeyê, pêşangeheke peykeran li Sineya rojhilatê Kurdistanê lidar xist.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja 16 Adarê ku 27’emîn salvegera qetliama Helepçeya başûrê Kurdistanê bû, duyemîn pêşngeha heykelan a Hadî Ziyaedînî li holeya Sînema Behmen a Sine birê ve çû .

Di wê pêşangehê de 30 berhemên hunerî bi mijarên wek; Helepçe, Şengal û Kobanî, jin û mêrdên Kurd bi wateyên bilind ên fedakarî, eşq û xwe naskirin, (di çarçoveya peykeran de), nîşanî eleqedaran hat dayîn.

Ew pêşangeh ji roja salvegera komkujiya helepçeyê (16’ê Adarê) destpêkiriye û dê heya 25’ê Adara 2015’an bidome.

Hadî Ziyaedînî sala 1957’an, li bajarê Sine hate dinê û sala 1978’an çû zanîngeha (Hunerên xweşik) ên zanistgeha Tehranê. Navborî damezrînerê akadimîk yê hunera xêzkêşî û çêkirina peykeran li rojhilatê Kurdistanê tê binav kirin.

Wî heykeltiraş ê Kurd heya niha bi dehan peyker ji kesayetiyên Kurd çêkirin e. Ziyaedînî Sala borî pileya doktorî li warê hunerî de bidest xist.

\"25490.jpg\"

\"25489.jpg\"

\"25488.jpg\"

\"25491.jpg\"

\"25494.jpg\"

\"25493.jpg\"

\"25492.jpg\"