Pêşangeheke hunerî a wênesazekî Seqizî

20:45 - 31 Adar 2015
Ajansa Kurpa: Hunermendekî Kurd li Seqiza rojhilatê Kurdistanê, pêşngehek ji berhemên hunerî li wî bajarî lidarxist.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, êvara roja duşemî 30’ê adara 2015’an,Xelîl Rehîmpûr, berhemên xwe yên hunerî di wênexaneya bajarê Siqiza rojhilatê Kurdistanê, amdeyî dîtinê bo hemwelatî û hunerhezkiriyan kiriye.

Ew Hunermendê Kurd, 50 berhemên xwe bi mijarên civakî, xwezaya xweşik a Kurdistanê û hestên xwe yên delal li ser xêzkirina wêneyan, bi temaşevan û beşdarên pêşangehê re nîşan dide.

Rehîmpûr heya niha di zêdeyî 30 pêşangehan de berhemên xwe nîşan dane û herwiha 2 pêşangeh jî li derveyî welat birêve birine

“Ekrîlîk”, rengê rûn û avreng, ji teknîkên hatî bikaranîn di wê pêşangehê de ne.

Herwiha, wî hunermendê Kurd soza lidarxistina çend ”Work şap”di pêşerojê de bi hunermendên Seqizî daye.

pêşangeh li du danên sibe û piştî nîvro, heya 7’ê nîsanê dê berdewam be.

Xelîl Rehîmpûr, sala 1967’an li Seqizê hatiye dinê û ev 30 sal in ku di warê hunerî de têkoşînê dike. Navborî niha li Tevrêzê ku navenda parêzgeha Azerbaycana Îranê ye rûdine û di beşa hunerî de hunermendan perwerde dike.

\"25762.jpg\"

\"25761.jpg\"