Pêşangeheke berhemên nîgarî li Seqizê+ Wêne

15:28 - 24 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Hunermendekî Kurd li Seqiza rojhilatê Kurdistanê, pêşangehek jêr navê “Xweza” û “civîk”hat lidarxistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Şahrox Xizrî- Hunermendê nîgarkêş ê Seqizî , pêşangehek ji berhemên hunerî ên xwe, li nîgarxaneya wî bajarî bi rêve bir.

Wî nîgarkêşê Kurd di merasîma destpêka pêşangehê de ragihand: Ew pêşangeh bi 35 berhemên hunerî, jêr navê “Surişt” û “Civîk”, bo nişandana rola jîngeheke paqij bo jiyanê û parastina jîngehparêzî, li Seqizê hat lidarxistin.

Wî hunermendê Kurd ê Seqzî li ser qezenc û mifahê hunerê, bilêv kir: “25 sal in ku bi awayekî pêşkevtî ez mijûlî xêz kirina wêneya me û debara jiyana min tenê bi vê rêyê re tê misoger kirin.

Pêşangeh ji roja yekşemî 22’ê şibat(february) a 2015’an hat lidarxistin û dê heya 26 vê mehê bidome.

Şahrox Xizrî Hunermendê 46 salî yê Seqizî, heya niha 12 pêşangeh ê bi tenê birê ve biriye û li pêşangehên bajarên Sine, Seqiz û bajarên din ên Îranê jî beşdarî kiriye.

\"24960.jpg\"

\"24962.jpg\"

\"24964.jpg\"

\"24961.jpg\"