Pêşangeha wêneyan ya Jiyana Civakî ya Kurdan li Elmaniya hat lidarxistin

16:45 - 29 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Hemwelatiyekî Kurd yê rûniştiyê Elmaniya, dê pêşangeheke wêneyan bo nîşandana jiyana civakî ya Kurdan li wî welatî birê ve bibe.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di rojên pêşiya mede hunermendê Kurd Ferhad Erşedî, dê pêşangehekê bi tena serê xwe li bajarê “Rayîngham” ê ser bi eyaleta “Hsin”a Elmaniya li dar bixe.

Wênkêşê Kurd yê navborî di hevpeyvînekê ligel ajansa Kurdpa ragihand:”Ew çaremîn pêşangeha bi tenê ye ku ez li Almanya birê ve dibim, lê pêştir di pêşangehên girûpî yên wî welatî de jî min beşdarî kirbû.“

\"26247.jpg\"
Navborî amaje bi vê yekê jî kir ku di wê pêşangehê de 40 berhemên hunerî yên bi naveroka Jiyana Civakî ya Kurdan li başûrê Kurdistanê dê bê pêşandan.

Ew pêşangeh ku du berhemên wê gihîştin e berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, dê ji 3`ê heya 12`ê gulanê lidar be.

Ferhad Reşîdî ji sala 1968`an li Merîwana Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê û sala 1987`an jî di Encûmena Sînema ya Ciwanên Sine dest bi karê wênekêşiyê kiriye. Ew niha jî wê pêşeya xwe li derveyî welatê Îranê didomîn e.

Wî wênekêşê Kurd di çalakiyên wêneyî li Rojhilatê Kurdistanê, di pêşangehên cihê reng yên wêneyan li bajarê Seqiz, Bane, Sine, Merîwan, Bîcar û Kirmaşanê beşdarî kiriye.
\"26245.jpg\"