Pêşangeha gotinên pêşiyan li Serdeştê + Wêne

21:25 - 1 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Berhemên hunerî yên karîkatorîstekî Mahabadî, di çarçoveya pêşnagehekî de, li parkeke bajarê Serdeştê hat nimayîşkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 31 gulanê, pêşangeheke hunermendê Kurd Sêyîd Mehmûd Mokrî, bi mijara nesîhet û gotinên bab û kalan, li parka mezin a bajarê Serdeşta Rojihilatê Kurdistanê, birê ve çû.

Di wê pêşangehê de adet û rêûresmên miletê Kurd bi naverkek karîkatorî, hat nimayîşkirin.

Gorî raportên gihîştî berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ew karîkatorîstê Mahabadî, bi armanca belavkirina çand û hunera Kurdî, herwiha dewlemend bona zimanê Kurdî amadeyî dîtina beşdarbûyan kiriye.

\"26802.jpg\"
Sêyîd Mehmûd Mokrî birêveberê pêşangeha gotinên pêşîyan
Hatiye gotin ku di wê pêşangehê de, yên beşdar û temaşeger, dê bi 3 pirtûk û sîdiyekî bên xelatkirin.

Peyamnêrê Kurdpa jî li ser vê mijarê li Serdeştê bilêv kir:Vekirina pêşangehê bi girseyî pêşwazî lê hatiye kirin.

Sêyîd Mehmûd karmendê teqawîtkirî (baznişeste)li birêvebiriya Pîşe, Maden û Ticaretê ye ku ew 30 sal in karûbarên hunerî dike.

Navbirî pêştir jî pêşangehek wiha li Mahabad, Bokan û Şinoyê lidar xistibû, ew dê paşan wê pêşangehê li Pîranşarê birê ve bibe.

Hunermend Sêyêd Mehmûd di berhemên xwe de dekorasyonek ji gotinên pêşîyan, di çarçoveya wêne û karîkatoran de bi mijarên çand û civak nimayîş dike.

\"26795.jpg\"

\"26796.jpg\"

\"26797.jpg\"

\"26798.jpg\"

\"26799.jpg\"

\"26800.jpg\"