PERTÛKEK KURDÎ A ZAROKAN LI XURASANA BAKURÎN WEŞIYA

13:26 - 11 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Kolmhelbestên zarokan a nivîskarê Kurd, Yehya Elewî Ferd li Bucnûrda Xurasanê ji bo zarokan hate weşandin.

Pêka rapora Kurdpayê, Eelewî Ferd ku xelkê Bucnûrdê a Bakurê Xurasanê ye, ew pertûk bi zimanê Kurdiye Kurmancî bi helbestên zarokan nivîsiye.

Ew Pertûk ji aliyê weşanxaneya “Emû Eleweî” ve hatiye weşandin.
\"9354.jpg\"
- Yehya Elewî Ferd rojnamenivîsê Kurd li Sala 1973’an de li gundê “Baxçik” a girêdayî bajarê Bucnûrda Xurasanê ji dayîk bû.
- Heyamê 20 Salan e ku di warê pertûkên zarokan de bi zimanên Kurdiye Kurmancî, Farsî, Erebî û Ingilîzî dixebite.
- Zaf xelat di asta Îranê de wergirtine û niha li bajarê Qum a Îranê de akincî ye.
- Heya niha zaftir ji 10 Pertûkên wî li Îran, Berîtanya, Êraq û Tacîkistanê hatine weşandin.