Perîsa Seyfî hêj di girtîgehê de ye û rêgirî ji berdana demkî a wê tê kirin

17:51 - 9 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Çalakvana çandî a Kurd, heyama 58 roje ku, di girtîgeha Şehramfer a Îtila`ata Spaha Pasdaran, di bajarê Sine yê de ye û ji aliyê hêzên Îtila`atê ve lêpirsînê jê dikin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Îtila`ata Spaha Pasdaran, di bajarê Sineyê de, rêgirî ji berdana demkî a “Perîsa Seyfî”, Çalakvana çandî ya xelkê Kamiyaranê bi danîna barmiteyê dikin.

Bi gotina çavkaniyekî agehdar, ew çalakvana çandî di heyama hespsa xwe de, di bin givaşa îtrafkirina bi zorê a hêzên Îtila`atê de bûye.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Malbata wê çalakvana çandî, ji dema desteserkirina wê heya niha, tenê carekê digel “Perîsa”yê hevtîtin kirine”.

Wê çavkaniyê got: “Hêzên Îtila`atê, tohmeta hevkarî digel yek ji Partiyên Kurdan yên li dijî hikûmeta Îranê, li ser wê çalakvanê de sepandine û biryara desteserkirina wê çalavana çandî, bi 3 caran hatiye dûbare kirin”.

“Perîsa Seyfî”, xwendekara “Huner û Girafîk”, roja Sêşemî, 21`ê Xezelwerê, di bajarê Sineyê de, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, hatibû desteserkirinê.