Perestarên Urmiyê çend meh in ku mûçe wernegirtine

20:33 - 14 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Perestraên Urmiyê eva çend mehin ku mûçeya xwe wernegirtine, û di vê derheqê de dest bi girevê kirine.

Girûpeke ji perestaran di gotûbêja digel “ÎLNA”yê ragehandine ku eva şeş mehin ku mûçeya xwe wernegirtine, û ferqeke zêde jî di navbera perestarên şîrketî û yên fermî de heye.

Her div ê derheqê deSerokê Komîsyona hiqûqî ya Şêvra Bilind a Saziya Nizama Perestariyê a welat bi nivîsandina nameyeke servekirî ji Rûhanî re, bas ji kêşe û arîşeyên perestaran kir.

Di beşeke nameya navbirî de hatiye ku:“Beşa perestariya welat rojên pirr zehmet derbaz dike ew jî bi sedema bêexlaqiyên wezareta Tendirustiyê, û ji aliyekî din ve giringînedana we wekî serkomarê welat bi vê beşaê, bûye sedema bilindbûna dengê rexneyan û nerazîbûna perestaran, û ew niha di rewşeke pirr hestiyar û pirr ji nîgeraniyê de dijîn, û di warê bijîwa jiyana xwe de jî bi astengiyên micid re berbirû ne”.
Navbirî di beşeke din ya namya xwe de rû li Rûhanî weha dinivîse:

“Dr. Rûhanî! We gotibû ku dibe berpirsyarên nizama Komaar Îslamî dengê xelkê bibihîzin, lê niha perestarên welat di nav rewşeke tewaw pirr ji dilekutê û bê hêvîtiyê de derbaz dikin, û roj bi rojê bê hêvîtî û bê tedbîrî di dewleta we ya “hêvî û tedbîrê” de zêde dibe”.

Di dawiyê de Wehîd Nesîrî Serokê Komîsyona hiqûqî ya Şêvra Bilind a Saziya Nizama Perestariyê a welat bi vî rengî bas ji bêhêvîtiya bi dewleta “hêvî û tedbîrê” ya Rûhanî dike: “Di bereberê roja perestar de, jiber ku riyên gotûbêj û alîkariyan di Wezareta Tendirustiyê de hatine daxistin, û zankoyên zanistên pizişkî alîkariya me nakin, em daxwazê dikin, ji bo çareserkirna pirsgirêkan û dana mafê perestaran û pêşîgirtina ji bêexlaqiyên di nav Wezareta Tendirutiyê de ji me re alîkar bin”.

Giringînedana bi texa herî pispor di Îranê de û nedana çend mehan mûçeya wan, di demekê de ye ku rejîmê pere ji bo kirîna terorîstan û piştgiriya ji karên terorîstî û destêwerdana di nava karûbarên welatên herêmê de heye, û tu kêşeya pere di vî warî de tuneye.