Perde li ser pirtûka Elî Eşref ya bi navê “salên evrîn” hate vêdedan

20:44 - 7 Şibat 2016
Kurdpa: Rêûresma perde vêdedan li ser pirtûka Elî Eşref ya salên evrîn bi amadebûna kesayetiyên naskirî ên edebiyata Kurdistanê û hejmareke zaf ji hevalên navbirî li Silêmaniyê de bi rê ve çû.


Li gora Nûçegihaniya di vê rêûresmê de ji bajarê cur bi cur ên Herêma Kurdistana Başûr, hevalên Derwîşiyan û edîbên naskirî beşdar bibûn.

\"29485.jpg\"
Elî Eşref derwîşiyan û Ezîz Gerdî
Di vê rêûresmê de merîwan Helebçeyî ji wergerên naskirî di Herêma Kurdistanê de, bas ji pêgeha romana bi navê “salhayê Ebrî” di nav Îraniyan de kir, û bas ji rola Elî Eşref Derwîşiyan di edebiyata dastanî de kir.

Elî Eşref derwîşiyan di peyama xwe de, ya bi ku bi boneya perderakirina li ser pirtûka wî hatibû amadekirin, nivîsandibû. “Roman zarokên nivîskarên xwe ne, û niha min zarokek heye ki bi Kurdî daxive, di Kurdistanê de dijî, û di nav xelkê xwe tê hezkirin”, ku mebesta wî ji wî zarokî heman romana wî ya bi navê salhayê ebrî ye ku ji aliyê Ezîz Gerdî ve bi Kurdî hatiye wergerandin.

\"29484.jpg\"
Elî Eşref Derwîşiyan di 3’ê Xermana sala 1320 (1941)’an de, di bajarê Kirmaşanê de ji dayîk bûye, navbirî ji sala 1971-1978’an seba nivîsandina pirtûka bi navê “ez în wilayet”, û çalakiyên siyasî sê caran hate destbiserkirin, û nivîsên wî jî hatin qedexe kirin. Derwîşiyan di sala 1974’an de kete girtîgehê de, û heya serkevtina şoreşa gelên Îranê di girtîgehê de ma.

Navbirî seba nivîsandina pirtûkên xwe, gellek xelat wergirtine, ku ya herî girîng xelata mafên mirovan a Hêlmen Hêmt bû, ku saziya Çavdêr ya Mafên Mirovan di sala 2007’an de navbirî wekî yek ji 7 nivîskarên naskirî ên ranê da nasîn.