Pênc welatiyên Bokanê ji aliyê Hêzên Ewlekarî ve hatin binçavkirin

20:16 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Itila’ata Bokanê 5 welatî di operasyonekî de binçav kirin.

Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Se’dî Elî Ferzamerz û Hesen Merdanî navên du kes ji wan 5 neferan in.

Heya niha navên ev 3 kesên din ne rohne.

Li destpêka heyva pûşperê ve, şîpeke nû ji Operasyonên binçavkirinên welatiyên kurd li Kurdistan îranê der ketiye hole.

Li gor amara tomarkirî li Navenda Amara Kurdpa, li 22 rojên derbazbûyî de 64 welatiyên kurd li herêmên cud cudaye Kurdistana Îranê, ji aliyê Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê ve hatine binçav kirin.

Ev amar ji aliyê Navenda Amara nûçegihaniya Kurdpa ve hatiye belav kirin û renge amara rastîn, li viya jî zaftir be.