Pênc sal cezayê hepsê bi ser ciwanê Kurd de hate sepandin

13:30 - 8 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Taya sê ya dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê ciwanekî Kurd, bi 5 sal hepsa te`izîrî mehkûm kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, civîna dadresê yek a ciwanê Kurd yê bi navê “Îqbal Ehmedpûr” kurê “Mihemed” xelkê gundê “Enbî” a girêdayî devera Trigewer ser bi bajarê Urmiyê, roja Pêncişemî 12`ê Rezberê, di taya sê ya dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê hate lidarxistin, û 5 sal hepsa te`izîrî bi ser de hate sepand in.

Dadgeha Şoreş a Urmiyê ev ciwanê Kurd bi tawana “çalakî li dijî ewlehiya neteweyî û endambûna yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, mehkûm kiriye, û ev ciwanê Kurd bi bê destpêragihîştina bi parêzer “5 sal hepsa te`izîrî” bi ser de sepandine.

Ev ciwanê Kurd di 20`ê Xermanana îsal de, bi tawana “endambûna yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, ji aliyê îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû destbiser kirin û bo heyam 12 rojan di odeya takekesî ya wê îdareyê de lêpirsîn li ser hatibû encam dan.

“Îqbal Ehmedpûr” piştî dawî hatina dewrên lêpirsînê bo benda 13 a taybet bi ciwanan ya li giritîgeha Navendî a bajarê Urmiyê de, hatibû veguhaztin.