Pênc Mamostayên Kurd li Zanîngehê hatin derkirin

15:51 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: 5 Mamostayên Kurd yên zanîngehên Mihabadê, Pîranşehr û Qezwînê bi biryara rasterast ya wezareta Îttlata ya Komara Îslamiya Îranê li zanîngehê hatin derkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja bihûrî 3’ê mamostayên zanîngeha azad ya Mihabadê binavên “Yunis Yezdanperest”xwediyê bawernameya dukturaya Fêqhî ya Îmam Şafêî, Wurya Hefîdî xwediyê bawerînameya zanistên Quranê û her wisa D.r Mesûr Sohrabî bi biryara wezareta Îttlata ya Dewleta Îranê li ser kar hatin derkirin.

\"14134.jpg\"
D.r Mesûr Sohrabî
Her wisa Dr Hîwa Hefîdî xwediyê bawerînameya Wêjeya Erebî û mamostayê zanîngeha Qezwînê û “Hemze Hacî”xwediyê bawerînameya dukturaya zanistên Quranê û mamostayê zanîngeha Peyama Nûr ya bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên Îttlatî li ser kar hatine derkirin.

Çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand, hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê sebebê derkirina wan mamostyên Kurd “ Sedemên Ewlehiyê”ragehandine.

Çavkaniyê basê vê yekê jî kir ku Dr Yunis Yezdanperest pêş derkirinê ji aliyê Îdareya Îttlat hatibû gazî kirin û bo heyamê 2 rojan lêpirsîn jê hatibû kirin.

Tê gotin ku ew 5 mamostaye ji çalakên mesebî yên Kurdin ku li heftiya bihûrî de bi sedema teblîx û aligirî ji rêkxistina “Êxwan Elmuslimîn”hatine derkirin.