Pênc kolber bi sedema bûyera hatûçûnê bûne qurbanî

15:39 - 15 Gulan 2017
Ajansa Kurdpa: Di encama wergeriyana pêkanekê ku musafirên (rêviyên) wê kolber bûn, pênc kolber bûne qurbanî.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, roja Yekşemiyê 24ê Banemerê bi sedema wergeriyana pêkaneke kolberan li gundê Diziliya bajarê Merîwanê, du kolberan jiyana xwe ji dest dan, û sê kesên din jî bi giranî birînda bûn.

Nasnameya wan du kolberan Îdrîs Muradî xwedan jin û zarok, û Hadî Şêrwanî hatiye ragehandin. Ew pênc kolberên Kurd xelkê gundê Bilçe Sûr a navçeya Komasî a bajarê Merîwanê bûn.

Nûçegihanê Kurdpayê li bajarê Merîwanê ragehand ku ajotvanê pêkanê bi sedema vê ku xew lê ketibû, rastî vê qezayê hat.

Pêştir jî, roja 13’ê Banemerê bi sedema wergeriyana mînobosa kolberan, li ser riya Miranê bo bazarçeya Pîranî a Merîwanê, nêzî 20 kolber birîndar bibûn.