Pênc Hezar Û 400 Setelayt Li Parêzgeha Azerbaycana Rojava De Hatin Komkirin

12:55 - 13 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Di yek meha borî de pênc hezar û 400 dezgehên esmanî li Parêzgeha Azerbaycana Rojava de ji aliyê hêzên întizamî ve hatin kom kirin.

Elî Cedîdî, Berpirsê hêzên întizamî ya vê parêzgehê ragihand hevdem ligel destbiserde irtina wan setelaytan, hinek şimekên din ên qaçax weke CD, cixare û tiryar jî dest bi ser de hatine girtin.

Heyamê çend mehek e ku terha komkirina setelaytan li Îranê de dest pê kiriye û Kurdistan jî ji vê terhê bêpar nebûye.