Pênc hevwelatiyên Kurd di girtîgeha Urmiyê de hatin bidarvekirin

16:09 - 14 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Bi amadebûna berpirsyarên emniyetî-qezayî ên hikûmeta Îslamî ya Îranê, hukmê îdama 5 girtiyên Kurd di girtîgeha Urmiyê de hate cîbicîkirin.

Li gora rapora Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, şefeqa îro 24’ê Xezelwerê, di girtîgeha “Derya” ya Urmiyê de, hukmê îdama pênc girtiyên Kurd hate cîbicîkirin.

Nasnameya wan pênc kesan weha hatiye ragehandin: Kerem Qulîzade, Mehkûm Îjek kurê Kazim, Arif Îsma’îlî, Fayiq Abidî û Cewad Esxerî.

Termê wan îdamkiriyan, niha radestî malbatên wan hatine kirin.

Ew pênc girtiyên Kurd ji aliyê dezgeha dadweriya hikûmeta Îranê ve, bi qaçaxa madeyên muxedir hatibûn tohmetbarkirin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê ragehandiye ku her pênc girtiyên îdamkirî, xelkê Urmiyê û gundên derdorê bûne.

Wan girtiyan bo cara dawiyê, di destpêka vê heftiyê de, malbatên xwe dîtibûn.

Serbarê dijberiya tund ya berevankarên mafê mirovan û nawendên navneteweyî, hikûmeta Îslamiya Îranê, berdewam e li ser îdama girtiyan.

Heya amadekirina vê nûçeyê, ragehandinên fermî ên hikûmeta Îranê tu raporek li ser piştrastkirin yan jî retkirina îdamên îro belav nekirine.

Nîva îdaman di Îranê de, di ragehandinên giştî de nahêne belavkirin, ku wekî “îdamên veşartî” têne naskirin.