Pênc hepsî di bajarê Kirmaşanê de hatine jidarvekirin

12:31 - 11 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Cezayê jidarvekirina 5 hepsiyan di girtîgeha Dîzêlava ya bajarê Kirmaşanê de hate lidarxistin.

Saziya Mafê Mirov a Îranê ragihandiye ku, roja Duşemî 18`ê Sermawezê, cezayê jidarvekirina 5 hepsiyên wî girtîgehê di bajarê Kirmaşanê de hatiye lidarxistin, û ew hepsî bi tohmeta “kuştina bizanebûn”, bi qisasê hatibûne cezadan.

Wê saziya Mafê Mirov, nasnama 2 kes, jidarvekiriyan bi navên “Emîr Xurem Necef Abadî û Xelîl keremî” daye zanîn.

Heya niha jidarvekirina wan 5 hepsiyan, ji aliyê navendên pêwendîdar ên hikûmetê ve nehatine ragihandin.