Pênc hemwelatiyên Kurd li nav Elqaîdeyê de hatine kuştin

14:53 - 26 Nîsan 2012
Kurdpa: Pênc hemwelatiyên Kurd xelkê bajarê Ciwanro piştî pitir ji 5 mehan nerohniya qedera wan hat eşkerekirin ku li nav Elqaîdeyê de hatine kuştin.

Li gorê rapora Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa pênc hemwelatiyên xelkê bajarê Cowanro ku zêdetir ji pênc mehan çqrenûsa wan ne zelal bû, niha hatiye zanîn ku ew di nav Eîqaîdeyê de hatine kuştin.

Heya niha tenê navê sê kesan hatiye bilavkirin, lê du kesên din carê esliyeta wan û navnîşanên wan nehatiye eşkere kirin.

Heya niha gellek caran nûçe li derbarê xwe teqandin û yan jî mirina wan çekdarên Elqaîdê ku Kurd bûne hatiye bilav kirin.

Hêjayî basê ye ku Elqaîdê xwe di nav dilê hinek ji ciwanên ne hişyar û sade de bi cih kiriye û bi vî awayî wan bi dijî hevzimanên wan ên Kurd tûj dikin û astengiyan ji wan re pêk tînin.