pênc girtî di gitîgeha Kirmaşanê de hatin îdamkirin

20:36 - 12 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Dezgeha qezayî a Hikûmeta Îsalmî a Îranê, 5 girtî bi tawana kuştina bizanebûn di girtîgeha navendî a bajarê Kirmaşanê de îdam kirin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurda”yê, di roja derbazbûyî de 20`ê Sermawêza 1396`an, pênc girtiyên girtîgeha navendî a “Dîzil Awa” a bajarê Kirmaşanê de hatine îdamkirin.

Nasnameya yek ji wan kesên ku hatiye îdamkirin “Keykawos Aşûrî” hatiye ragehandin, û heyanî belavbûna vê nûçeyê jî nasnameya çar girtiyên din yên ku hatine îdamkirin, ji Ajansa “Kurdpa”yê re zelal nebûne.

Li gora rapora ku Saziya Mafên Mirovan a Îranê belav kiriye, ev pênc girtiyên ku hatine îdamkirin bi tometa kuştina bizanebûn hatibûne mehkûmkirin.

Bi piştgirêdan bi amarên ku hatine tomarkirin di navenda amarên Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di destpêka meha “January” heyanî dawiya meha “October” a Îsal de, 2484 mînakên binpêkirina mafên mirovan di Kurdistana Rojhilat de hatine encamdan, ku di vê rêjeyê de,1828 hemwelatî hatine binçavkirin û 177 kolberên Kurd jî hatine kuştin û birîndarkirin, û 64 hemwelatiyên Kurd yên din jî bi sebebên curbicur di girtîgehên Hikûmeta Îranê de hatine Îdamkirin.