Penaberik siyasiyê Kurd li welatê Tirka de canê xwe ji dest da

12:59 - 15 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: penaberik polîtîkiyê Kura ji xelkê şarê Mihabad ku li sedem bandora dezgehên asayişa hukûmeta islamiya Îranê de warê xwe bi cî hiştibû, li welatê Tirka de canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Riza Ehmedî, xebatkarê siyasiyê Kurd ji xelkê Mihabad, rûniştiyê şarê “ Kastamono” li welatê Tirka li temenê 30 salî de li sedem nexweşiyê canê xwe ji dest da.

\"17834.jpg\"
Riza Ehmedî, xebatkarê siyasiyê Kurd ji xelkê Mihabad, rûniştiyê şarê “ Kastamono” li welatê Tirka li temenê 30 salî de li sedem nexweşiyê canê xwe ji dest da
Ev xebatkarê siyasiyê Kurd ku 3 sal pêş niha de li sedem bandora senterên asayişê rû bi welatê Tirka kiribû, çend heyv pêş niha li vê welatê de zewicî bû ku roja borî li sedem nexweşiya dil(qelb), canê xwe ji dest da.

Li wan çend salên borî de li sedem bandora dezgehên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê, bi 10an xebatkarên siyasî û çandiyê Kurd bi neçarî warê xwe bi cî hiştine û li welatên Urupa de cêgîr bûne.

Serewey hindê ku penaber li welatê Tirka de zor car ji aliyê Polîs de tûşî hereşader kirin ji welat(Sinir Dişi), dibin, (UNHCR)Komisarya bilinda penaberan ser penaberan ji xemsariyik tam dene, ber hindê pitir caran penaber bi nîşandeka protesto kirina riftara polîs û (UNHCR)komîsariya penaberan, man ji xwarinê digrin.