PENABERÊN SÛRÎ, AVÊS DIBIN

14:42 - 15 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Li gor malpera moheet, Sindoqa Netewên Yekbûyî bo karûbarên şêniyan li wargeha El Zehterî ya li parêzgeha El Mefreq ya ku bi qasî 75 kîlometran ji bajarê Eman ya welatê Urdunê dûr e, lêkolînek derbarêrewşa keç û jinan kiriye.

Li gor wê lêkolînê, ji koma 9 hezar jinên Sûrî 720 keçik dûcan û avês derketine ku temenên wan kêmtirî 18 saliyê ne.

Rêveberê peywendiyên navdewletî yê Netewên Yekbûyî bo karûbarên penaberan Elî Bîbî got: Rêxistinên navdewletî berdewam in di pêkêşkirina alîkariyê ji bo penaberên Sûrî yên li wargeha El Zehterî.

Hêjayî gotinê ye ku, zêdetirî 35 hezar penaberên jin û mêr yên Sûrî li wargeha El Zehterî dimînin ku ji niha ve amdekarî bo dabînkirina pêdîviyên wan ya demsala Zivistanê tê kirin.