Penaberên Kurd Yên Îranî Li Herêma Kurdistanê De Daxwaza Çareserkirina Pirsgirikên Xwe Dikin

15:38 - 3 Şibat 2012
Kurdpa: Beşek ji penaberên Kurdên Kurdistana Îranê bi armanca pêşkeşkirina daxwazên xwe ji bo Parlemana Kurdistanê serdana nivîsîngeha Parlemana Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê kirin.

Hesen Ehemd nûnerê Penaberên Kurdên Îranê li Helebceya nû ji mamlpera Awêne re dibêje: \"Zêdeyî 30 salan e em li Herêma Kurdistanê de akincî ne û di warê regezname û mûçe, me gellek pirsgirik hene.\"

Navbirî herwiha didomîne: \"Dema xwendekarên me xwendina piştî navendî bi dawî tînin li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê de bi estem tên wergirtin.\"

Emndamên nivîsîngehê soz dana xwenîşanderan ku daxwazên wan bixin ber dest Parlemana Kurdistanê.