Pêla Komkirina Seteleytan Li Kurdistanê Berdewam E

12:30 - 28 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Hêzên Îtizamî ên Îranê li deverên Sewlawa dest kirin bi komkirina jimareyek setelaytên welatiyên vî deverê.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Merîwanê, hêzên Întizamî êrîş kirin ser gundê Dizlî û dest bi ser jimareyek dezgehên setelaytê girtin.

Li gor gotina şahidên bûyerê, hêzên întizamî bê wergirtina îznê çûne nan malên xelkê de û setelaytên wan kom kirine û fîlm ji wan malan hilgirtine ku setelayt tê de bûne.