Pehlevanên Kirmaşanê bo nanê rojê mehtel in

20:26 - 21 Çirriya pêşîn 2015
Nûçegîhaniya Kurdpa: Carake din rewşa nebaş a jiyana werzişvanên Kurd bûye nûçeya medyayên hûndirîn ên Îranê.

Li gorî rapora gihîşî nûçegîhaniya Kurdpa yê, “Firûten Gul’ara” bokser ê Kurd ê xelkê Kirmaşanê, endamê tîma millî ya Îranê, rexnyên tûnd ji rewşa dijvar a pehlevanên werzişî yên parêzgeha Kirmaşanê girt û rewşa jiyana wan pir dijvar da zanîn.

Ew werzişvanê Kurd rasterast navê heyeta boks a bajarê Kirmaşanê anî ziman, jiber ku bersiva pêşniyar navbirî bi armanca lîztina di tîma Kirmaşanê di lîztikên seranserî ên Îranê, neda ye.

Boks take çavkaniya dahata Firûten Gul’ara ye û navbirî xwediyê çend zaroka ne. Lewra Firûten ji nûçegîhaniya Farsê re ragehand ku, hinek ji berpirsan, tu haydariyek ji rewşa nebaş a werzişvanên Kirmaşanê nine.

Berê jî di nîviya heyva Befranbar a sala 1390’an de, Ferşad Dereke, werzişvanê “Kîk Boksîng”’ ê xelkê bajarê Kirmaşanê jî, bi wî away êş û janên jiyana werzişvanên Kurd û bixasmanî ên xwe anî ziman û ragehand ku, berpirsên werzîşî ên Îranê ne, serbarê vê ku tu alîkariyekê werzîşvanên Kurd nakin, riftarên mirovîn jî digel wan nakin.

Eva di demekê de ye ku rewşa nebaş ya aboriya werzêşvanên navdar ên Îranê, car na car di media û malperên civakî de tên nîşandan.

Di keysa herî nû de, Şahîn Ceferî, pehlevanê “Hilgirtina giranî” ya ciwanên Asiya yê, li bazareke bajarê Tehranê de mijûlî karê çerçiyatiyê ye.

Ferşad Dereke, Omîd Sitayêşpûr, Mucteba Muradî, Sadiq Pakdamen û Secad Pîr’aqa, ji wan werzişvanan in ku di heyama sala borî de, bi neçarî rû li karên bê qîmet yê frutina kelûpelan li ser kolan û bazana kirine.