PDKÎ: Di nava binyatên rejîmê de meclis ji hemiyan bênaweroktir e

20:39 - 11 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Hilbijartina her du meclisên Xibrigan û a Şêvra Îslamiya Îranê ji aliyê PDKÎ ve hatin baykotkirin.

Li gora rapora Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Deftera Siyasî ya PDKÎ daxuyaniyeke nivîskî weşand û daxwaz ji xelkê Îranê bi giştî û ji Kurdan bi taybetî kir ku di vê hilbijartina nedemokratîk a Komara Îslamiya Îranê de beşdariyê nekin.

Bi baweriya PDKÎ ew pirose emrazeke ji bo “cardin berhemanîna rewayiya derevîn” û hikûmeta Îslamiya Îranê “gumana guherînkariyan” ji xelkê re çêdike.

\"29328.jpg\"
Li derbarê nûnerên Meclisa Şêvra Îslamiya Îranê hatiye gotin ku Meclis ji her hemiyan bê naweroktir e, û daxuyaniya PDKÎ kombûn û cihgirtina girûpên cur bi cur di meclisê de wekî şêweyek ji “bidestxistina poanên madî” ji bo wan kesan bi nav dike.

Di beşek den ya daxuyaniyê de hatiye ku: “Herçend bo kesên şareza her di despêka hatineserkar a Komara Îslamî de xûya bû, lê ezmûna çend dehikan a Komara Îslamî, tu nezelaliyek di holê de nehiştiye û bi rindî selimandiye ku, rejîm ji mijara hilbijartinê weke alavekê bona ducarîkirina berhemanîna meşrû’îyeta xwe ya çewaşekarane mifahê werdigire û, di rastî de hilbijartina demokratîk di bin siya deshilata Komara Îslamî de tuneye”.

PDKÎ Ji bilî yekem dewreya hilbijatina Meclisa Şêvra Îslamî û Meclisa Xibrigan hemû hilbijartinên din ên Îranê baykot kirine, û yekem tevgera siyasî ya Kurdistanê ye ku hilbijartina 1’ê Reşemhê baykot dike.