Pawe mirina karkerik li sedem ketin nawa dezgayê kevir şikên

14:27 - 6 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: karkerik dine Kurd li dema kar kirinê de li bendava “ Dariyan” a ser bi şarê Pawê, li sedem qewimiya kar canê xwe ji dest da.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa Nûçe gihaniya Kurdpa, roja borî, 13ê Xermanan, karkerik ji xelkê gundê “ Jirîje”a ser bi şarê Sewlava bi navê “ Hamid Wehabî” kurê Cemal, ku li bendava Dariyan ser bi şarê Pawê li parêzgeha Kirmanşan dema xebitin li kar de, li sedem ketin nawa dezgayê kevir şikên canê xwe ji dest daye.

Bi gotina serekaniyik agadar, Hamid Wehabî 30 salî xwedî jin û mal bûye ku li bendava Dariyan de dema xebitînê bi hegera xemsariya xwedîkar bo çê kirina parastina canê karkeran, bûye qurbanî.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka îsal heya niha, 31 karkerên Kurd li qewimiyên cur bi cur de canê xwe ji dest dane û her wisa 10 karkerên din ji li sedem qewimiyên kar bi dujwarî birîndar bûne.

Ev satîstîka hejmariye û bi pişt girêdan bi statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa tên parvekirin, ku bi hegera nebûna lêkolînik meydanî ser mirina karkeran, dibe ku jimara serast ji vê hindê jî zêdetir be.