Pawe bandora hêzên asayişê ser xwedî kafînet û danîna kamêrayên çavdêrî

01:47 - 8 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: li midê çend rojên borî de ajanên hêzên kinc sivîl bandor xistine ser xwedî kafînetan û pêre ragihandine ku gere nawa kafînetan de kamêrayê çavdêrî danên.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, ajanên asayiş û ajanên bi kincên sivîl li çend kafînetên şarê Pawê bê xwesta xwedî kafînetan, kamêrayên çavdêrî li kafînetan de danîne.

Bi gotina yekik ji xwedî kafînetan, bi wan kamêrane gişt hat û çon û bizivînên nawa kafînetan ji aliyê ajanên asayişê tên kontrol kirin.

Ew li rewşik deye ku danîna wan kamêrane pêxweşiya bi rêbir û xwedî kafînetan tev nebûye.

Her wisa pêşde jî polîsê”FETA( polîsê kontrol kirina înternet)” bi xwedî kafînetan ragihandibû ku ew kesên li rojê serdana kafînetan dikin, pêwîste karta nasname jê werbigrin û navên wan tûmar bikin.