Pawe / 8 xebatkarên çandî paşî zivirîn ji festîvala Hewraman-Maço bangî ewlehiya sipahê kirin

20:30 - 19 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: hejmarik ji xeatkarên çanda Kurdî ji xelkêşarê Pawê, paşî zivirîn ji fistîvala Hewraman-Maço, ki li Herêma Kurdistanê bi rêçobû, bangî ewlehiya sipaha pasdaran kirin.

Gorekî raporta ajnasa nûçe gihaniya kurdpa; li rojên borî de, 8 lêkoler û xebatkarêçanda Kurdî, ji xelkêşarê Pawê, ku bi forma fermî, bangî fistîvala Maço li Herêma Kurdistanê kiribûn, paşî zivirîn bi şarê Pawê, tûşî jêpirsînên ewlwhiya sipaha pasdaran bûne.

Ew fistîvala, rojên, 5,6,7ê Banemera îsal li dewera Biyare ûşarê Silêmanî, bi rêço, ku hejmarik ji lêkolerên pişkdarê vê fistîvalê, li gotinên xwede rexne ji riftara senterên çandiyên hukûmeta islamiya Îranê girtibûn.

Heya weşana vê nûçê, hegera bang kirina wan xebatkarane bi ewlehiya sipaha pasdarana şarê Pawê, ron nebûye.

Hevdem malpera Kurdistan mediya, navê wan xebatkarên çandî, (Nermîn Gîvêçî, Hadî Sipencî, Reşîd Emînî, Cemal Cebarî, Nêimet Rehmanî, Yasir Xalidî Zadê, Muxtar Hidayetîû Cehangîr Mehmûd Wêysî) ragihandiye.

Li kutayiya sala 1391a rojî de jî, hejmarik ji xebatkarên çandiyên şarê Pawê, ji aliyê senterên êminiyên hukûmeta islamiya Îranê de hatibûn girtin û paşî 8 ji wan xebatkaran, her yek hukmê 6 heyv hewsa teizîrî wan re birîn.