Paşî derbas bûna 100 rojan ji rifrandomê, şarwaniyên Bokan û Pawe bê berpirsin

21:02 - 8 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: posta berpirsê şarwaniyên Bokan û Pawe paşî derbas bûna zêdetir ji 100 rojan li bijartina şoraya şar û gundan, bi kesê nehatiye dan.

Gorekî nûça ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, paşî rifrandomê heya niha endamên şoraya şarê Bokan, 2 kes ji wan wek berpirsê şarwaniya vî şarî bi parêzgariya Azerbaycana rojava dane nasîn, le her 2 kes, xwe ji kar paş kêşandine.

Li kutayiya havîna îsal “ Selman Mam Ezîzî”, yekik ji berpirsên dezgeha Amûziş û Perweriş(perwede û hînkarî), wek berpirsê şarwaniyê hate danîn û tinê paşî 20 rojan ev şardar, kar bi cî hişt û ragihand ku bi hegera pirsgirêkên kesîn nikare vê postê istû xwe bigre.

Paşî li heyva Rezber de welatiyik din bi navê Ibrahîm Kerîmî, şardarê pêşde yê şarê Mihabad wek berpirsê Şarwaniya Bokan, bi parêzgariya Azerbaycana rojava dane nasandin û ev jî paşî çend rojan kar bi cî hişt.

Li vê barê de sita” ziryan” parvekiribû, Ibrahîm kerîmî li bin bandora parêzgariyê kar bi cî hiştiye û hereşa wê senterê li ser bûye û ragihandinê gere dest ji posta xwe bikêşe.

Evane li rewşik dene ku şarên Bokan û Mihabad ji hebûna nûner li heyeta serokatiya bilinda civîna parêzgeha Azerbaycana rojava jî bêparin û piş guh hatine hawêtin.

Roja 14ê Sermawez de, rêresma diyarî kirina endamên heyeta serokatiya bilinda civîna parêzgeha Azerbaycana rojava li Ormiyê bi rê ço ku nûnerê şarên Bokan û Mihabad, nekarîn li wê civîne de pişkdar bibin.

Bêpar bûna van 2 şaran li heyeta serokatiya civîna parêzgeha Azerbaycana rojava de li rewşik deye ku Bokan û Mihabd ji awirê xulyaqet bi 3yim û 4imîn şarê vê parêzgehê tên hisêb.

Civîna bilinda parêzgeha Azerbaycana rojava li 17 endaman hatiye pê.
Ji aliyik din, şarê Pawê jî li parêzgeha Kirmanşan, bi dû rifrandomê ji hebûna berpirsê şarwaniyê bêparin.

\"17274.jpg\"
Li vê barê de welatiyên şarê Pawê nigeranin û ser wê bawirêne ku gendelîiya dezgehan li şarê Pawê, karîgerî(şûndanîn) serser postan û yek ji wan posta berpisatiya şardariyê hebûye.

Li şarê Civanro jî berpirsê şardariyê paşî borandina mideyik kurt ji despşka kar bûnê ji aliyê parzgehiyê dengê bawiriyê pê neda û niha şarwaniya vî şarî bê berpirse.