Partiya Maf û Azadiyan li Amedê cangoriyên Helepçeyê bi bîr anî

13:16 - 17 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Şaxê HAK-PARê yê Amedê, bi mebesta salvegera qirkirina Helepçeyê, di 16ê Adarê de, li ber ACZ Plazayê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Li gor agahiy;n malpera “dengê Azad” Endam, alîgir û çendin nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên qirkirina Helepçeyê hatin hilgirtin.

Serokê Şaxê HAK-PARê Vasif KAHRAMAN di derbarê karesata Helepçeyê de daxuyaniyek xwend.

Jİ RAYA GİŞTÎ RE

\"11575.jpg\"
25 sal berê, di rojek wek iroj de, li ber çavên hemû cîhaniyan bi bombeyên kîmyevî, li bajarê Helebçê qetliamek rûda. Ji her temenî 5.000 hezar Kurd bi destê Seddam Hiseyîn û rejima destbixwîn ya Beesê ve hatin qetilkirin.

Miletê kurd, ku ji bo xireta xwe ya neteweyî ditekoşê, êşa bi dehan komkujiyan, bi hovîtiya Helebçê di kûrahiya dilê xwe de jiya.

Helebçe jî, wek Nagazakî û Hîroşîmayê, rûreşiya tevahiya mirovatiyê ye ku di dîrokê de cîhê xwe girtiyê.Baweriya me ewe ku, wujdana mirovahiyê wê Helebçê ji bîr ve neke. Bê guman em wek miletê Kurd, Halebçê ji bir ve nakin û nadin ji bir ve kirin.

Helebçe, wek xençerek zingarî şexsiyeta miletê me da, di singê mirovahiyê de çikilî ye. Ev xençer, di doza Kurdistan de û revaçûna azadiyê de bawerî, wêrekî û bi biryariya me wê her xurt bike.

Seddam Hiseyîn û hinek rêvebirên rejima Bees, wek berpirsên Helebçê û Enfalan hesabê kiryarên xwe dan. Mixabin, rûdana rejima Bees, hesabdayina rêvebirên destbixwîn yê vê rejimê, êşa miletê me nesekinandî ye. Komkujîya Helebçê, bi coş û kelecan pîrozbahiya Newrozê nîvce kirîye. Ew roj heta îroj, miletê Kurd Newrozê di hembêza Helebçê de pîroz dike.

Diroka miletê me helbet tenê, êş, komkujî, bişaftin û tunekirin nîne. Miletê me di hêla azadiya xwe de gelek gavên zêrin dest xistîye. Îro her parçeyê Kurdistanê ji duh bêtir nêzikî azadiyê ye. Îro, Başûrê Kurdistanê bi destê gelên Kurdistanî ve birêve diçe. Ev serbilindiya hemû Kurdan e.

Tarîx şahadê me ye ku qetilkirina 5.000 Kurdên li Helebçê, îro jî êşeke di dilê me de ye. Heman tarix,serbilindî û dilxweşiya me ya bidestkeftin û xwedilêderketina dezgehên neteweyî ye.

Wek neferên doza mafdar ya Kurdan, em di tekoşîna avakirina dahatûya xwe de ji duh neziktirê serkeftin û serefrazîyê ne. Em zarokên wan yên ku xinca xwe ji tarixê, wêrekîya xwe ji hişyariyê ditsin in; bi biranîna Helebçê û pîrozkirina Newrozê; di rêya tekoşîna azadiyê de bi hev re ber bi azadîyê dimeşin.

ME HALEBÇEYÊ BÎRNEKİR!
EM HALEBÇEYÊ BÎRNAKİN!
HALEBÇEYÊ NADİN JÎBÎRKİRİN!

PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN
( HAK-PAR)
SEROKATÎYA ŞAXÊ AMEDÊ
16.03.2013