Parlmantoya Canada :Darvekiriênên dehika 60’an ya rojî li Îranê tawan li dijî mirovahiyê bûye

14:47 - 8 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Parlmantoya Canada bo yekem car li ser asta cîhanê, kuştina bi kom ya zîndaniyên siyasî li havîna sala 1367’an bi tawan li dijî mirovahiyê dan zanîn.

Di 25’mîn salvegera kuştinên bi kom yên girtiyên siyasî li Îranê de,partiyên sereke di nava parlmantoya Canadayê di biryarnameyekê de ,kuştinên dehika 60’an rojî li Îranê mehkûm kirin.

Di parek ya vê biryarnameyê de hatiye , li salvegera bilind ragirtina bîranina wan kesan ku li gorên bi kom yên Xaweran û hemû goristanên dinê li Îranê de hatin çal kirin, roja 1’ê Hezîranê wek roja piştewanî li girtiyên siyasî yên welatê Îranê hate diyarî kirin.

Biryarnameya han ji aliyê “Pawil Duêr” rexnegirên karûbarên derve yê “Partiya Demokrat a teze ya Cananda” hatibû amade û pêşkeşî parlmana vî welatî hate kirin û ji aliyê Partiya Lîbral û deste ratên vî welatî dengê pejirandinê pêhate dan.

Gelaleya pêşniyar kirî ji aliyê çendîn çelengên mafê mirovan li Îranê û Cananda hatibû amade kirin.

Berê jî “Navenda Mafê Mirov li Îranê” bi bilav kirina daxuyaniyekê daxwaz ji Parlmantoya Ewropa kiribû ku kuştarên bi kom yên girtiyên siyasî li dehika 80’ê a zayinî de wek tawan li dijî mirovayetiyê bi fermî binasîn.
Cananda yekem wilate ku li ser asta cîhanê kuştina bi koma ya girtiyên siyasî li Îranê de wek tawan li dijî mirovahiyê bi fermî binasin.

Li dehika 60’ya rojî de û bi xasmanî li havîna sala 1367 ya rojî , bi hezaran girtiyên siyasî û bi taybetî girtiyên Kurd dinava zîndanên Komara Îslamiya Îranê de bi fermana Xumêynî û bi awayek sîstimatîk hatin darvekirin û heya niha jî dewleta Îranê çi zaniyariyek li ser wan darvekirinan bilav nekirine.

Tê zanîn ku pitir ji 4000 kesan li dehika 60’a rojî de hatibine darvekirin ku piraniya wan li goristana Xaweran hatine definandin.