Kamyaran; Binçavkirina Ramîn Mihemedî bi awayekî bereday û tund ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
22:27 - 11 Çirriya paşîn 2025
Sibeha Duşemî, 19 Xezelwera 1404`an a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê "Ramîn Mihemedî" xelkê gundê "Alek" a ser bi bajarê Kamyaran bi awayeke bereday û tund hate binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê 32 salî bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin binçavkirin e.
Ev welatiyê Kurd di salên borî de jî çend caran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li dijî Mihemedî tune ne.