Parlamentoya Kurdistanê Silêmaniyê wek paytexta rewşenbîrî pejirand

13:52 - 4 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa:Parlamentoya Kurdistanê, di civîna xwe a îro de bi piraniya dengan, bajara Silêmaniyê wek paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê pejirand.

Li gor rapora Malpera “Dengeazad” Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 16. Festîfala Gelawêj a li Silêmaniyê de ku 11ê meha borî hatibû sazkirin gotarek pêşkêş kiribû û gotibû; “Ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir giring e ku bajara Silêmaniyê bibe paytexta rewşenbîriya Kurdistanê, ji bo wê em daxwaz ji parlamenterên Kurdistanê dikin projeya ku Silêmaniyê bibe paytexta rewşenbîrî bê pejirandin û dê hikûmet jî ji bo vê mijarê hemû gavên giring bavêje.”

Her wiha Nêçîrvan Barzanî gotibû: “Em ji çi kesî qebûl nakin ku ji bo armancên xwe ên taybet bajaa Silêmaniyê di dîrokê de bibire an jî bi navê xelkê Silêmaniyê dîroka qurbaniyên şoreş û kurdîniya bajêr têk bide.”