Parêzgerê Kurdistan: Em haydarê pirs û danûstandinên Devletê ligel partiyên Kurdî ne

15:28 - 22 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di civîneke rojnamevanî de, bi rêveberê Parêzgeha Kurdistan (Sine) li ser rûniştina berpirsên hikûmeta Îslamiya Îranê û partiyên Kurdî, bersiva rojnamevanan da.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, parêzgeherê Kurdistan (Sine) di civîneke rojnamevanî ligel nûçegihanan de, qala gotûbêja hikûmeta Îranê ligel partyên Kurdî ên rojhilatê kurdistanê kir û got:“Ez dizanim goûbêj birê ve çûye lê naveroka vê axaftinê nehatiye zelal kirin.”

Ebil Mihemed Zahîdî di bersiva pirsên Îclal Qewamî-Peyamnêrê heftenameya “Agirîna Roj”de got: Hikûmeta Îranê ligel partiyên Kurdî ên wî welatî danûstandin pêkanîye.

Mehmûd Elewî wezîrê Îtilaat a Îranê di rûniştina eşkere ya parlamentoya hikûmeta îslamiya Îranê ku beriy niha bi 3 mehan birê çûbû, behsa danûstandinên hikûmeta Îslamiya Îranê ligel partiyên Komele û Demokrat kiribû, lê naveroka gotûbêjan nedabû eşkrere kirin.

\"24303.jpg\"
Rûniştina hevhizrî a çalakvanên civakî ên bajarê Mehababê li gel cîgirê berpirsê siyasî ê hikûmeta Îranê li Urmiyê
Hêjayî gotinê ye ku ew gotinên wezîrê Îtilaat ên hikûmeta Îslamiya Îranê ji aliyê PDKÎ û Komeleya Zehmetkêş ên Îranê ve, nehatin piştrast kirin.
Hevdem li gel vê yekê odeya hizrî a çalakvanên civakî ên bajarê Mehabadê ligel cîgirê berpirsê siyasî , Ewlekarî û civakî ê parêzgeha Urmiyê (azerbaycana Rojava) nerazî bûn lêket.

Li vê rûniştinê de ku çend demjimêr kişan, çalakvanên çandî, rojnamevan û çalakvanên mafên medenî, tenê 20 deqeyan muhleta axaftinê hebûn ku vê yekê ferq û ciyawaziya navbera peşdaran da nîşan dan.