Parêzgeha Urmiyê/Amara qurbaniyên bûyerên hatuçûyê li 3’ê mehên îsal de

13:52 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Li 3’ê mehên destpêkî yên Îsal de193’ê bûyerên hatuçûnê li parêzgeha Urmiyê qewmîne û 430 kes li wan bûyeran de birîndar bûne.

Rêxistina “Heyva Sûr” ya parêzgeha Urmiyê li raporekê de bilav kir, li heyamê 3’ê mehên destpêkî ya sala 1392’a Rojî,176 bûyerên hatuçûnê li parêzgeha Urmiyê hatine tomar kirin ku rêjeya han li heyamê 3’ê mehên destpêkî ya îsal de bo 193’ê haletan zêde kiriye.

Her li gor vê raporê li wan 176 bûyerane 3’ê mehên destpêkî ya sala bihûrî 411 kes birîndar bibûn,ku rêjeya han li îsal de bo 193 bûyeran û 430 birîndaran zêde kiriye.

Berpirsyarê giştî yê “Heyva Sûr”ya Urmiyê bilav kir, li wan 193’ê haletên hatuçûnê 19’e kesan canê xwe li dest dane.

Berê jî rêkxistina Pizîşkê Yasayî li Îranê de bilav kirin ku li heyamê 8 mehên destpêkî ya sala bihûrî de, 544 welatiyên Kurd seva bûyerên hatuçûnê li parêzgeha Urmiyê canê xwe ji dest dane ku 99 kes ji wan Jin bûne.