Parêzgeha Îlamê heya niha çi salonên ferhengî nine

15:01 - 14 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: parêzgeha Îlamê bi nifûsa 540’ hezar kes li hebûna salona Ferhengî bêpare û heya niha dewlet gohê xwe nade vê mijarê.


Parêzgeha Îlamê heya niha çi salonên ferhengî nine û karbidest û berpirsyarên pêywendîdar li ser çêkirina saloneke ferhengî ku yek ji hevcehiyên sereke ên wilatiyên parêzgeha Îlamê ye, xemsarî û kêmtir xemiyê dikin. rewşa han di çaxekê de ye ku parêzgehên derdora Îlamê hemû xwedî salonên taybetî ên xwe ne û lê heya niha parêzgeha Îlamê li nebûna salona ferhengî dinalîne û ew yek bûye sebeb ku zarok û ciwan li çelengiyên ferhengî bêpar bin.

Cihê basêye ku nebûna salona ferhengî yek ji sebebên sereke ên zêde bûna tawanên civakî li Îranê de tê hesibandin.