Parêzerik û 18 senterên mafê mirov: Îran gere sizaya sêdaredana 33 Sunnî mezhebê Kurd û Belûç rabigire

16:04 - 14 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: çendîn senterên mafê mirov li belavokik de, daxwaz ji berpirsên hukûmeta islamiya Îranê kirine ku sizaya bi sêdaredana girtiyên Kurd û Belûçên Sunnî mezheb, rabigire.

Li vê belavêkê de hatiye; pitira wan girtiyanli nawbera salên 1388-1390 de li Kurdistanê de û ji aliyê ajanên wizareta ewlehiyê de hatine girtin û pêş hindê ku bên mehkeme kirinê, bêyî hindê ku çi advokat-parêzerik hebin û yan tev malbata wan li vê barê de peyvendî girtibin, bi medeyêçend heyvan li oda teke kesî da ragirtine û li vî mideyî de hatine îşkence kirin û bêrêzî bi wan kirine.

Civîna mafê mirovê Kurdistana Îran- Jinêv, rêxirava jê bihorîna naw-netewîû rêxirava çavdêriya mafê mirovê Kurdistan, tev 15 rêxiravên din yên mafên mirov û advokat-parêzerik binav, ew belavoka weşandine, ku li roja Pêncşem, 22ê Cozerdan, 12 June 2014, ew imze kirine.

Girtiyên Kurd û Belçên bawirmendê Olî yên Sunnî, ji aliyê dezgeha dadweriyaÎranê de, tomete “ hewldan dij bi êminiya welat”, “ propaganda dij bi rêjîm”, “endametî li gurûpên Selefî” û Miharibê(Şer dij bi Xwedê), pêwê zeliqandine.

Gorekî wan zanînan ku bi wan rêxiravane gihiştine; pêdiçe wan tawanbaran, pişkdariya xwe li xebatên çekdarî de ret kiribin û pêdegiriya wan ser hindê ye ku pişkdarî li kombûnên Olî de kirine û bi vê tometê hatine girtin.

Damezriya(Bonyad) Ebdul Rehman Borûmend, navê wan 33 kesan, Seyîd Şaho Ibrahîmî, Hamid Ehmedî, Şehram Ehmedî, Alem Birmaştî, Omîd Pêywand,Seyîd Ebdul Hadî Husêynî, Cehangîr Dêhqanî, Cemşîd Dêhqanî, Mohemmed Yawer Rehîmî, Muxtar Rehîmî, Ebdul Rehman Senganî, Ferzad Şah Nezerî, Bêhrûz Şah Nezerî, Kawe Şerîfî, AreşŞerîfî, Emced Salîhî, Mohemmed Xerîbî, Wirya Qadirî Ferd, Mohemmed Kêywan Kerîmî, Siddîq Mohemmedî, Pûrya Mie Memdî, Talib Melikî, Kemal Melayî, Seyîd Cemal Mûsewî, Kêywan Moiminî Ferd, Têymûr Nadirî Zadê, Ferşîd nasirî, Berzan Nesrullah Zadê, Ehmed Nesîrî, Idrîs Nêimetî, Ferzad Honer cûû Kawe Wêysî, ragihandiye.

Bi pişrast kirin bi statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li sala borî de 726 girtî, ji aliyê rêxirava girtîgehên Îranê de bi sêdarê hatine dan.