Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza dan

20:17 - 12 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Parêzerê Kurd yê bi navê “Mes`ûd Şemsnijad” xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê taya 3 ya dadgeha şoreş a wî bajarî ve, 6 sal cezayî hepsê bi ser de hate sepandin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, parêzerê Kurd yê bi navê “Mes`ûd Şemsnijad” xelkê bajarê Urmiyê bi “tometa piropagende lidijî nizam û herwisa hewl dan li dijî ewlehiya neteweyî”, ji aliyê taya 3 ya dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê bi 6 sal heps hate cezadan.

Roja Yekşemî 21`ê Rêbendanê, ew parêzerê Kurd bo taya 3 a birêveberî a dadgeha Şoreş, ya bajarê Urmiyê, hatibû gazîkirin û ew ceza wî re hatibû îlankirin.

Civîna dadgehîkirina “Mes`ûd Şemsnijad” di roja 11`ê Rêbendanê de , bi bê amadebûna parêzer, li taya 3 a dedgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê hatibû lidarxistin, û dadgehê pêka xalên 499 û 500 ya yasaya cezadan ya Îslamî, ew ceza ji navbirî re diyarî kiribû.

Dana 6 sal cezayî hepsê bo wî parêzerê Kurd ,li gorî raportên îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê û herwisa dozgerê wî bajarî bûye.

Roja Sêşemî 18`ê Befranbarê “Mes`ûd Şemsnijad”parêzerê pile yek yê dadweriya bajarê Urmiyê ku, ji aliyê hêzên Îtila`atê hatibû desteserkirin, û piştî tewavkirina qonaxa îfadeyî, di girtîgeha îtila`atê de, navbirî bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê veguhastine.