Parek ji daristanên derdûra gola Zirêbar hatin şewitandin

22:06 - 17 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Parek ji daristanên derdûra gola Zirêbar li Merîwanê bi destên kesên nenas hatin şewitandin.

Li gora rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa,demjimêr 1’ê piştîniwrûya îro, berwar 17’ê Hezîrana 2013’an daristanên “Qelaya Îmam”li nêzîk gola Zirêbar hatin şewitandin.

Welatiyên herêma Merîwanê li ser vê baweryêne ku karê han ji aliyê endamên Sipaha Pasdarên Îranê tê encam dan û armanc ji vê yekê zirar gihandin bi xwezaya kurdistanê ye.

Her wiha roja Çarşemiyê parek berçav ji daristanên gundê “Reşedê” li herêma Merîwanê hatin şewitandin.

Berêjî pitir ji 8 hekitar ji daristanên Çar Bax,Pişt Baxî û Terxanava li derdûra Merîwanê dinava agir de şewitin.

Li gora amara Navenda Kesik ya Çiya li heyamê salên 2011’an pitir ji 170 cûrên agir kevtinê li daristanên dersûra Merîwanê hatine tomar kirin.