Parastina xwezaya Kurdistanê bi awayekî nû+Wêne

16:49 - 20 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya çalakiyên ekolojî û parastina surişta rojhilatê Kurdistanê de, vêca hemwelatiyan li Urmiye û Sineyê bi çandina şitlan û belav kirina posterên jêr navê kirîza avê, dest bi xebatê kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ciwan û hezkiriyên xwezayê Li Urmiyê, di tevgereke xweser de bi çandina 500 şitlên darên fêkî yên Findiq û gêlazan, herwiha şînkirina darên ku li darstanan tên bikaranîn li gundê Rajan ê ser bi Sîlwana, desetek dan helmeta jîngeh parêziyê.

Ew şitlên daran li geliyê Rebetê Rajanê hatine çandin û hemwelatiyên jîngehparêz armaca xwe ji wî karî, parastina Xweza û ekolojî destnîşan kirin.

\"26116.jpg\"
Ji aliyekî din ve Encûmena jîngeh parêzî ya Aso li Sineya rojhilatê Kurdstanê, bi sedema kirîza avê li wî bajarî, dest bi çap û weşandina posterên kirîza avê li dibistan, zanîngeh, banke û birêveberiyên bajarê navborî kirin e.

Hişiksalî, nehatina nixteyê, bêavî û kêm bûna ava baraja Qişlaqê, hemwelatiyên Sine bi kirîza avê re rûbirû hiştin e ku gor raportên midûrên biyavên avnasî li Sine, di egera domkirina rewşa kêmavî li wî bajarî, heya meheke din bajar dê bi kirîzeke cidî ya bê aviyê re derbas bibe.

Çalakiyên jîngeh parêzî di çarçoveya; beşdariya welatiyên li paqij kirin xwezayê, çandina daran û dev berdan ji nêçîrê, bê alîkariya tu aliyên hikûmî; bi awayekî bi coş ji aliyê hemwelatiyan ve li Kurdistanê birêve diçe.

\"26107.jpg\"

\"26108.jpg\"

\"26110.jpg\"

\"26111.jpg\"

\"26112.jpg\"